Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ JI BO JINÊN CIWAN PÊŞBIRKEKE PISKILÊTAN HAT LIDARXISTIN

Encumena Werzîşê ya Reqayê û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo pêşxistina behreyên jinên ciwan, pêşbirkeke bi piskilêtan li dar xistin.
Beşdarên pêşbirkê dibêjin, çalakiyên weha asoyên wan berfirehtir dikin.

Hejmarek ji keçên nûciwan ên bajarê Reqayê ne, xwe ji bo pêkanîna pêşbirka piskilêtan amade dikin.

Pêşbirka bi piskilêtan bi hemahengiya Encumena Werzîşê ya Reqayê û Yekîtiya Jinên Ciwan hatiye sazkirin.

Li gorî rêkxerên çalakiyê armanca wan ew e ku rola jinên ciwan a di nava civakê de xurt bikin û karînên wan geştir bikin.

Beşdarên pêşbirkê jî diyar dikin ku, çalakiyên werzîşî yên weha asoyên wan fireh dikin û ji malbatan daxwaz dikin ku piştevaniya zarokên xwe bikin.

Di dawiya pêşbirkê de, komîteya amadekar ji bo bilindkirina moralên jinên ciwan û handana wan werzîşvanên serkeftî xelat kirin.