Kanala ROJAVA TV

FESTÎVALA 1’EMÎN A WÊJEYÎ YA REQAYÊ DEWAM DIKE

Festîvala wêjeyî ya yekemîn ku Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqa li lidarxist, di roja xwe ya duyem de didome.
30 tebaxê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn festîvala wêjeyî li hola çandê ya li bajarê Reqa dest pê kir.
Di roja duyem a festîvalê de semînerek li ser kurteçîrokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha astengî û çareseriyên wê hat dayîn.
Piştre şevbhurkeke helbestan ji aliyê wêjevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat lidarxistin.
Têkildarî mijarê Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîman Ebdikê ji Rojava TV re behsa rêveçûna Festîvalê kir.