Kanala ROJAVA TV

BANGÊN JI BO AZADIYA RÊBER APO ZÊDE DIBIN

JINÊN KOBANÊ: BI SAYA FIKRÊ RÊBER APO JIN AZAD BÛ

Bertek û nerazîbûnên tund li hember tecrîda giran a li dijî rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.
Li dijî tecrîda giran jinên Kobanê ji ROJAVA TV re gotin ;ji ber fikrê rêber Abdullah Ocalan fikrekî demokratîk û azad e û li cîhanê belav bûye dewleta Tirk tecrîdê giran dike.

Ev 25 sal in li dijî rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran li Îmraliyê tê ferzkirin.

Têkldarî vê yekê jinên Kobanê anîn ziman ku ji ber fikrê rêbertî li cîhanê belav bûye her kes ji vê yekê ditirse.

Her wiha li aliyekî din jinên kobanê gotin ku rêber Abdullah Ocalan ti sûcên giran nekirine tenê dixwest welatekî azad ava bike.

Tevî ku parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan li dadgehê kirine jî lê heta niha ti bersivên erênî nehatine dayîn.
CPT a ku qaşo Rêxistina pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ye jî li hember kiryarên Tirkiya Faşîst bêdeng e.