Kanala ROJAVA TV

XELKÊN AMÛDÊ CENAZEYÊ XEBATKARÊ JIN TV OXIR KIRIN

Bi sedan xelkên navçeya Amûdê cenazeyê xebatkarê JIN TV Necmedîn Sînan ku 23’ê Tebaxê di êrîşa dewleta Tirk a li dijî ekîpa JIN TV de şehîd bibû li goristana ş.ismaîl oxirkirin

Bi sedan xelkên navçeya Amûdê bi merasîmekê cenazeyê karmendê JIN TV Necmedîn Hec Sînan bi merasîmekê li goristana Ş.Ismaîl oxir kirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.

Li ser navê malbata şehîd Necmedîn Hec Sînan Kurapê şehîd, Pêşeroj Cewherî di merasîmê de got: “Dewleta Tirk a dagirker tevahî peymanên navneteweyî binpê kirin û dixwaze bi tevahî rêbazan gelê kurd ê têkoşer qir bike”.

xebatkara JIN TV Loristan Derwîş got, şehîd Feysel tevî şert û mercên dijwar heta dawiyê xebat kir û soza berdewamkirina têkoşîn û şopandina rastiya dewleta Tirk a dagirker da.

Xebatkara JIN TV Hemrîn Umer jî diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca şikandina vîn û karê jinê êrîş dike lê tu carî armancên wê pêk nayên.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û girseya gel cenazeyê şehîd Necmedîn Feysel li goristanê di nava tilîliyan de oxir kirin.