Kanala ROJAVA TV

LI TIL RIFETÊ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO BI MEŞEKÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li Til Rifetê meşek li dar xistin.
Girseya gel wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên”Azadiya fizîkî ya Rêber Apo çareseriya doza kurdî ye” hildan.

Meş li qada bajarê Til Rifetê sekinî û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Rifetê Reşîd Fetko axivî.

Fetko got: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê her tim li ser pêyan bin.”

Her wiha endama kongra Star a bajarê Til Rifetê Ayşe Hikmet jî got: “Em ê bi fikr û felsefeya Rêber Apo tê bikoşin heta ku azadiya wî ya fîzîkî em bi dest dixin.”

Di dawiyê de girseyê sloganên “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.