Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO PERGALA NÛ YA YEKÎTIYA ŞAREDARIYÊN DEMOKRATÎK HAT NÎQAŞKIRIN

Desteya Rêveberiyên Xwecihî bi civînekê sîstema nû ya Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk li bajarê Qamişlo nîqaş kir.

Hevserokên şaredarî û rêvebirîyên Cizîrê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de karûxebatên şaredariyan hatin nirxandin. Her wiha zagona hilbijartinên şaredariyan jî hat xwendin.

Piştre sîstema nû ya yekîtiya şaredariyên demokratîk û çawaniya cîbicîkirina wê hatin nîqaşkirin.

Şêwirmenda şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyneb Mûrad jî axivî û geşedanên dawiyê nirxandin.

Di dawiyê de xelat li hejmarek hevserokan hate belavkirin.