Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO PÊŞBIRKA AVJENIYÊ HATE LIDARXISTIN

Li bajarê Qamişlo bi beşdariya 30 werzîşvanan, îro pêşbirka avjeniyê hate lidarxistin.

 

Pêşbirka avjeniyê ji aliyê desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê ve li avjenîgeha ciwanan hate sazkirin.

Armanca pêşbirkê ew e ku behreyên ciwan ên di aliyê spor û werzîşê de xurt bibin û pergala laş tendurist bibe.

Di pêşbirkê de 30 werzîşvanên ji temenên cuda li gorî pergala koman beşdar bûn.

Di dawiya pêşbirkê de Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê komên serkeftî bi madalya û alavên avjeniyê xelat kirin