Kanala ROJAVA TV

GERÎLAYÊN AZADIYÊ JI BO PARASTINA GELAN CENGA RÛMETÊ DIMEŞÎNIN

Ji bo tunekirina doza rewa ya Gelê Kurd û hebûna wan, dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê, berdewam êrîşî gerîlayên azadiya Kurdistanê dikin.

Kurdan herdem xwe spartine çiyayên Kurdistanê û hêlîna xwe li wir vedane, ji lewre dagirker dixwazin çiyayan ji bo Kurdan bikin gor, lê di çerxa nû de gerîlayên azadiyê li hemberî dagirkeriyê agirê cenga rûmetê hil dikin.

Malbatên Şehîdan ên Efrînê piştevaniya xwe ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê dupat dikin.

Malbatên şehîdan diyar dikin ku gerîlayên azadiyê ti carî gavan bi paş ve navêjin û dijmin li hemberî berxwedana wan têk çûye.

Ji nîsana sala derbasbûyî ve dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne û ta niha bi dehan gerîla bi wan çekan şehîd ketine