Kanala ROJAVA TV

PARÊZER: DADGEHKIRINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DÊ LI GORÎ YASAYÊN NAVDEWLETÎ BE

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê de ji Rojava Tv re axvîn.
Parêzeran diyar kirin ku çi erk bikeve ser milê wan ew ê pê bînin.

Piştî paşguhkirina dewletên navneteweyî ji dosya çeteyên DAIŞ’ê re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10’ê Hezîranê ragihand ku ew ê çeteyên DAIŞ’ê bi rengekî adalne û li pêş çavên hemû cîhanê darizîne.

Gelek piştevanî ji vê biryarê re hate kirin.

Parêzerê ji Kobanê Şahîn Elî derbarê darizandina çeteyên DAIŞ’ê de diyar kir ku çi erk bê ser milê wan ew ê pêk bînin.

Her wiha parêzer Sîpan Xelef jî anî ziman ku dibe ev dadegeh dîrokî bin û bi dehên salan dirêj bikin û got: “her çeteyek li gor sûcê ku kiriye wê were darizandin”.

Di 16 û 17’ê Tebaxê de yekîtiya parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansek lidarxist.

Yek ji mijarên serke yên ku di konferansê de li ser hatibû nîqaşkirin mijara dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bû