Kanala ROJAVA TV

BANGÊN JI BO AZADIYA RÊBER APO ZÊDE DIBIN

XELKÊN KOBANÊ: EM ŞOPDARÊN RIYA RÊBER APO NE

Xelkên Kobanê derbarê tecrîda li dijî rêber Apo hetiye ferzkirin axivîn û bêdengiye dewletên navnetewî şermezar kirin û diyar kirin ku dijmin ji fikrê rêber Abdullah Ocalan ditirse ji ber wê tecrîdê giran dike.

Modernîteya kapîtalîst di çarçoveya hesabên xwe yên li ser Rojhilata Navîn de êrîşên komploya navneteweyî yên 9’ê Cotmeha 1998 û 15’ê Sibata 1999’an bi pêş xist.

Li ser vê bingehê di vê pêvajoya 24 salan de tecrîdek ku di dîroka mirovahiyê de tu mînaka wê nîne xistin dewrê.

Ev pergala tecrîda girankirî îro jî bi hemû aliyên xwe ve dewam dike.

Ev kiryara dermirovî nîşan dide ku çiqasî ji hêza fikrî ya Rêber Apo ditirsin.

Xelkên Kobanê bêdengiya dewletên navnetewî li hember tecrîda li dijî rêber Apo şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê şopdarê riya rêbertî bin.

Her wiha xelkên Kobanê diyar kirin ku ji ber tirsa dijmin ji belavbûna fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan tecrîdê girantir dike.

Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê doh careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û wekî her car daxwazên wan bê bersiv man.