Kanala ROJAVA TV

KOMBENDA EFRÎNÊ PÊŞWAZIYÊ LI BIRYARA AMERÎKAYÊ DIKE

Ji dema dagirkirina Efrînê ve, Tirkiyê û çeteyên wê tawanên dij mirovî li dijî xelkên wê pêk tînin û bi awayekî sîstematîk demografya wê diguherînin.

Roja pêncşemê wezareta gencîneyê ya Amerîkayê ji ber zilma ku li dijî Kurdên Efrînê pêk tînin, grûpên Lîwaya Suleyman Şah û Hemzat ceza kir.

Kombenda Efrînê ya Civakî pêşwaziyê li biryara Amerîkayê dike, lê hêvî dike ku Amerîka biryarên mezintir werbigre.

Her wiha koçberên Efrînî jî dibêjin, piştî dagirkirinê Tirkiyê û çeteyên wê Efrîn veguherandine navendeke encamdana binpêkirinan.

Herçend e ku Amerîka ceza bi ser du komên çeteyan de biriye, lê çavê koçberên herêmên dagirkirî li wê yekê ye ku dawî li kuştin, binpêkirin û dagirkeriyê were û bi awayekî ewle li warê xwe vegerin.