Kanala ROJAVA TV

ÇALAKVANÊN REQA: BEŞDARBÛNA JINAN DI SIYASETÊ DE RASTÎ ZEHMETIYÊN CIVAKÊ TÊ

Di salên borî de û bi taybet beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê, jinan di her warî de û bi taybet di warê Siyasî, Civakî û Leşkerî de hatibû paşguhkirin.

Di civakê de, tenê dihat naskirin ku jin cihê wê di malê de ye û karê wê tenê xwedîkirina zarokane.

Lê bi hatina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku bi şoreşa jinê tê nas kirin, Jin rastiya xwe nas kir.

Êdî kedeke mezin û rolek sereke di pêşxistina civak û şoreşê de dilîze.

Derbarê de, çalakvanên Reqa ji Rojava Tv re axivîn.

Çalakvana bi navê Hîba Mihemed diyar kir ku ji ber desthilata zilam, jin nikarîbûn di warê siyasetê de cihê xwe bigrin.

Her wiha çalakvan Fexrî Derwîş anî ziman ku jinan rolek sereke di rizgarkirina civakê de lîst.

piştî derbasbûna 11 sala di ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, jin di her qadan de cih digre.
Jin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo guhertina zîhniyeta civakê di qada tevlîbûna jinan a siyasî de û ji bo ku bigihêjin cihên biryardanê, kedeke bê hempa dane.