Kanala ROJAVA TV

PYD’Ê KIRYARÊN DERMIROVÎ YÊN KU LI EFRÎNÊ DEWLETA TIRK PÊK TÎNE ŞERMEZAR KIRIN

Bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Efrînê ya dagirkirî, Îro encumena jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya Efrîn û Şehbayên daxuyaniyek li kampa Berxwedan ya herêma Şehbayê dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ji van kiryaran, ew e ku şêniyên Efrînê yên resen ji erdê wan derxînin û demografiya herêmê biguherînin.