Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA 15 Ê TEBAXÊ LI MINBIC SEMÎNEREK HATE DAYÎN

Encumena Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, bi durişma bi Ruhê 15 ê Tebaxê em ê Azadiya Rêber Apo Pêk bînin , Semînerek li dar xist .
Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê Wê, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Encumena Jin, Encumena Leşkerî ya Minbicê û nûnerên partiyên siyasî beşdarî semînerê bûn .
Tê de hate gotin , Rizgarkirina Minbicê ji aliyê Encumena Leşkerî ya Minbicê û QSD’ê ve, bingeha xwe ji Pêngava 15’ê Tebaxê digire .
Her wiha hate gotin ,Pêngava 15’ê Tebaxê guhertinên nû bi xwe re anîn û rêya azadiyê nîşanî gelan da .