CEJNA ZIMANÊ KURDÎ BI ŞAHIYEKÊ LI HESEKÊ HATE PÎROZKIRIN
Peymangeha Amadekirina Mamostayan a bajarê Hesekê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, şahiyek li hola Serdem li dar xist.
Di şahiyê de bi dehan mamoste, rewşenbîr, nûnerên saziyên civaka sivîl, ciwan û tevgerên jinan amade bûn.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê axaftin hatin kirin û destnîşan kirin ku mafê pêkhateyên vê xakê ye ku bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û fêr bibin.
Di pîrozbahiyê de, Peymangeha Amadekirina Mamosteyan wêneya şehîd Zozan Hesekê diyarî malbata wê kir.
Piştre Koma Şehîd Zozan a girêdayî Peymangeha Amadekirina Mamosteyan stran gotin û pêşangeheke hunerî ku bi dehan tabloyên cuda tê de cih digirtin, hate pêşandan.