Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ DEWREYEKE HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ DER ÇÛ

Akademiya Şehîd “Ehmed El-Elî” ya bajarê Reqayê, dewreyeke Hêzên Erka Xweparastinê ya bi navê dewreya şehîd “Xalid Meşaî” û “Şoreş Reqawî” bi dawî kir.
Di merasîma derçûnê de endamên saziyên sivîl û leşkerî, Buroya Parastinê ya kantona Reqayê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî toreneke leşkerî hate lidarxistin.
Di dawiyê de şervanan sonda leşkerî xwarin û soza şopandina rêya şehîdan, parastina destkeftiyên wan û parastina yekîtiya xaka Sûriyê dan.
Dewreya şehîd “Xalid Meşaî” û “Şoreş Reqawî” 60 rojan dom kir û tê de şervanan waneyên siyasî, leşkerî, hunerên şer, çawaniya bikaranîna çekan û waneyên îdeolojî jî wergirtin.