Kanala ROJAVA TV

MSD’Ê LI SER GIRINGIYA PARASTINA DESTKEFTIYÊN RÊVEBERIYA XWESER PANELEK SAZ KIR

Meclisa Sûriya Demokraîk bi panelekê giringiya parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Reqayê nîqaş kir.
Panel îro li avahiya MSDˊê ya Reqayê bi beşdariya endamên Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê, endamên PYD, Partiya Sûriya Pêşerojê, nûnerên ji rêxistinên jin û ciwanan ên kantonê û gelek xwendekaran hat lidarxistin.
Di panelê de endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî axivî.
Elî pêşdeçûnên siyasî û leşkerî yên li cîhanê û bandorên wan yên li ser krîza Sûriyeyê, şîrove kir.
Her wiha tekezî li ser parastina desteketiyên Rêveberiya Xweser kir û got, projeya Rêveberiya Xweser take rêya çareserkirina aloziyê ye.
Panel bi nîqaşan bi dawî bû.