Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERÊN MINBICÊ SALVEGERA 7’AN A RIZGARKIRINA BAJÊR PÎROZ KIRIN

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê minbic dagir kir, xelkên herêm û bi taybet jin rastî gelek hovîtiyan hatin.

Ji ber hovîtiya ku hatiye jiyîn, gelek kesên ku xwestin xwe, malbat û nasnameya xwe biparêzin, neçar man ji malê xwe derkevin û koçî cihên din bikin.

Encumena Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hezîrana 2016’an de ji bo rizgarkirina Minbicê dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kir.

Piştî berxwedana 73 rojan Minbic hate rizgarkirin.

Piştî vê tevgerê, gelek kesên ku ji Minbicê koçber bûne vegeriyan malên xwe.

Derbarê de, Rêveberên Minbicê ji Rojava Tv re axivîn û salvegera 7’an a rizgarkirina Minbicê pîroz kirin.

Hevseroka Encumena Rêveber a Minbicê Nûra El-Hamid ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku piştî 7 salên rizgarkirina Minbicê, gelek destkeftî û karên ku xizmeta gelê bajêr dike, hatin kirin.

Her wiha rêveberê ofîsa malbatên şervanan di Encumena Leşkerî ya Minbicê de Mihemed Soran jî tekez kir ku ew ê heya nefesa xwe ya dawî bajarê xwe biparêzin.Rizgarkirina Minbicê ji bo gelek kesan û herî girîng ji bo jinan bû xala guhertinê.

Ji ber ku DAIŞ’ê dijminê her tiştî ye, bi taybet dijminê jina ye.