Kanala ROJAVA TV

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ JI BO PÊŞXISTINA CIVAKÊ; KOMXEBATE LI DAR XIST

BUSEYNA EL-CEMÎLÎ - RÊVEBERA OFÎSA JINÊ YA PARTIYA SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ

Ji bo pêşxistin û perwerdekirina civakê, Encumena Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li bajarê Minbicê li dar xist.
Komxebat bi diruşmeya ” Jina Hişmend, Bingeha Avakirina Malbatek Demokratîk e ” hat li dar xistin.
Rewşenbîr, Siyasetmedar, Kesayetên serbixwe û Saziyên Jinan beşdar komxebatê bûn.
Di komxebatê de li ser çawaniya avakirina malbateke hevgirtî û demokratîk tevî şert û mercên dijwar ên li herêmê, hate nîqaş kirin.
beşdaran diyar kirin ku ew weke gelên herêmê dixwazin bi riya van komxebatan, civakek exlaqî û demokratîk ava bikin.