Kanala ROJAVA TV

JINÊN ERMEN LI HESEKÊ ÊRÎŞA 3’Ê TEBAXÊ ŞERMEZAR KIRIN

ANAHÎT QESABYAN- SEROKA YEKÎTIYA JINÊN ERMEN

Yekîtiya jinên Ermen a bajarê Hesekê îro bi daxuyaniyekê êrîşa 3’ê Tebaxê ya li dijî Şengalê şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir kir dawî li hebûna DAIŞ bîne.
Yekîtiyê got, tevî derbasbûna 9 salan li ser fermana Şengalê, lê heta niha çarenûsa bi hezaran êzidiyên Şengalê ne diyare.
Her wiha Yekîtiyê diyar kir ku, armanc ji êrîşa 3’ê Tebaxê qirkirina gelê êzidî û tunekirina ola wan bû, lê birêxistinbûyîn û hêza êzidiyan bersiva fermanê hate dayin .
Yekîtiya jinên Ermen a Hesekê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navnetewî kir kir dawî li hebûna DAIŞ bîne.