Kanala ROJAVA TV

ROJ BI ROJ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER ABDULLAH OCALAN GIRANTIR DIBE

RÊVEBERÊN REQAYÊ: TIRKIYÊ BI TECRÎDÊ PÎVANÊN MAFÊ MIROVAN BIN PÊ DIKE

Rêveberên jin ên ji Reqayê Tecrîda Girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan red kirin û Destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi tecrîda li dijî rêber Apo hemû pîvanan bin pê dike.

Rêveberan destnîşan kirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinê riya Azadiyê ronî kir.

Bertekên li beramber pergala tecrîdê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê dewam dikin û daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her roj zêdetir dibin.

Rêveberên jin ên ji Reqayê Tecrîda Girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan red kirin û Destnîşan kirin ku bi vê tecrîdê dewleta Tirk pîvanên mafê mirovan bin pê dike.

Her wiha Rêveberan gotin ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinê riya Azadiyê ronî kir û destnîşan kirin ku ji bo azadiya rêber Apo ew ê asta Têkoşînê bilind bikin.

Harî dawî doh Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.

Hefteyê du caran parêzer serlêdanê dikin lê bi hinceta cezayên displînê daxwazên wan tên redkirin an jî tu bersiv nayê dayin