XELKÊ HELEBÊ MÛM LI SER GORÊN ŞEHÎDAN PÊXISTIN
Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi boneya Cejna Şehîdan û salvegera şehadeta fermandar Hakî Karer mûn li ser gorên şehîdan pêxistin.
Li goristanê li ser navê malbatên şehîdan a Helebê hevseroka Mala Êzidiyan a Helebê Roşîn Mûsa axivî û tevahî şehîdên meha Gulanê, di serî de, fermandar Hakî Karek bi bîr anîn û soza şopandina rêça şehîdan nû kir.
Malbatên şehîdan li ber gorên şehîdan û mûzexaneya şehîdan ku tê de berhemên şehîdan hene, mûm pêxistin.