BÊYÎ BEŞDARBÛNA RÊVEBERIYA XWESER DI GERÊN ASTANAYÊ DE, ÇARESERÎ NE PÊKAN E
20 û 21’ê Hezîranê gera 20’an a Astana li Kazaxistanê hate lidarxistin.
Wekî her car, bêyî ku nûnerên pêkhatiyên Sûrî beşdar bin civîn hate lidarxistin.
Endamên PYD’ê nerazîbûn nîşanî encamên Astana dan û diyar kirin ku beyî beşdarbûna Rêveberiya Xweser çareserî ne pêkan e.
20 gerên Astana ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatin lidarxistin bêyî ku tu çareseriyê peyda bike bi dawî bûn, berovajî wê her Astanak parçekirinê dide pêş.
Herî dawî 20 û 21’ê Hezîranê gera 20’an a Astana li Kazaxistanê bêyî ku nûnerên pêkhatiyên Sûrî beşdar bin hate lidarxistin û careke din tu çareserî peyda nekir.
Derbarê vê mijarê de Endamên PYD’ê yên bajarê Kobanê nirxandin kirin.
Endamê PYD’ê Hesen Mamo diyar kir ku civînên Astana li gor berjewendiyên dewletên beşdar ne ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ye.
Her wiha endamê PYD’ê Ehmed Oso bal kişand ser projeya Rêveberiya Xweser û dijminahiya dewlatan jê re û got: “ji ber ku Rêveberiya Xweser xwedî heqîqet û siyaset e û ne li dijî kesan e, dewletên desthilatdar dixwazin projeya wê têk bibin”.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her dem banga çareseriya aloziya Sûriyê bi riya diyalogan li gel aliyên Sûrî dike lê ev bangên wê tên paşguhkirin.
Di heman demê de gelek alî tekez dikin ku pirojeya Rêveberiya Xweser ya herî guncaw û demokratîk ji gelê Sûriyê bi giştî re ye