DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI XANESORA ŞENGALÊ MALEK BOMBEBARAN KIR
Hate ragihandin, ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, malek li navçeya Xanesorê ya ser bi Şengalê ve bombebaran kiriye.
Li gorî agahiyan di encama bombebaranê de tenê ziyan û zererên madî gihaştine malê.
Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî berdewam êrîşî welatiyên Şengalê, navendên xizmetguzarî û parastina civaka Êzidî dike.
Li hemberî êrîşên ku serweriya axa Iraqê têk didin, heta niha Hikûmeta Iraqê ti helwesteke zelal nîşan nedaye.
ARGEŞ ŞENGALÎ – ROJNAMEVAN – ŞENGAL