PÊŞANGEHA PIRTÛKÊN KURDÎ DI ROJA 2’EMÎN DE RASTÎ PÊŞWAZIYEKE GERM A XWÎNERAN TÊ
Pêşangeha duyemîn a Pirtûkên Kurdî ya li bajarê Qamişlo ku bi boneya Roja Zimanê Kurdî tê lidarxistin, di roja duyemîn de rastî pêşwaziyeke mezin a xwîneran tê.
Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi karûbarên sazkirina pêşangehê radibe û li gorî agahiyan zêdetirî 12 hezar pirtûk têne pêşandan.
Endama Komîteya amadekar a pêşangehê Evîn Bîlal ji Rojava TV re behsa armnacên pêşangehê û awayê rêveçûna wê dike.