Kanala ROJAVA TV

NERAZÎBÛNÊN LI HEMBER ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK ZÊDETIR DIBIN

Endamên Kongra Star yên kantona Şehbayê, êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirn û gotin, tu kes nikare vîn û îradeya gelê Kurd têk bibe.

Her wiha dan zanîn ku, divê hêzên navneteweyî û aliyên pêywendîdar li hember êrîş û planên qirker ên Tirkiyê bertekên tund nîşan bidin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî rojane êrîşî Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê dike.

Bi taybetî piştî ku Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî erê kir û biryara lidarxistina hilbijartinên şaredariyan da, êrîş zêdetir bûn.

Têkildarî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê, endamên Kongra Star yên Şehbayê ji Rojava TV re axivîn û gotin, dagirkerî nikare vîna gelê Kurd ji nav bibe.

Her wiha endaman bang li hêzên navneteweyî û aliyên pêywendîdar kirin ku li hember êrîş û planên qirker ên Tirkiyê bertekên tund nîşan bidin.

Dagirkeriya tirk ku dîroka wê bi îxanet, sûc û dagirkeriyê dagirtiye, niha bi tevahî rê û rêbazan hewl dide destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê têk bibe, lê xaka ku bi xwîna hezarên şehîd hetiye avdan dê her tim geş be û dê ji bo dagirkeran nebe war.