Kanala ROJAVA TV

JI BO PARASTINA ZEVIYAN JI ŞEWATÊ, LI REQAYÊ ŞANEYA KRÎZÊ HATE AVAKIRIN

Ji bo rêgirtina li ber şewata zeviyên çandiniyê nexasim ceh û genim , encumena cîbcîkar a kantona reqa şaneya kirîzê avakir.
Desteya çandinî û avdanê jî barê herî giran ê şaneyê girtiye ser milê xwe

Ji bo parastina zeviyên çandiniyê, encumena cîbcîkar a kantona reqa şaneya kirîzê avakir.
Şaneya kirîzê ya reqa ji aliyên peywendîdar, tîmên destwerdana lezgîn û pisporên taybet bi parastina ji şewatê pêk tê.

Derbarê mijarê de Eymen El Sultan hevserokê buroya irşadê di desteya çandinî û avadanê ya kantona Reqa diya kir ku desteyê dest bi girtina hin rêkaran ji bo parastina zeviyan kiriye.

Eymen el sultan diyar kir ku ji bo cîbicîkirina van rêkaran wan hijmareke terektor li gorî pêwîstiyê belavkirine.

Piştî keda mûsimeke sax û miqatebûna cotkaran li zeviyên xwe û bi bilindbûna rêjeya germahiyê li herêmê êdî metirsiya cotkaran ji şewatê weke salên borî zêdetir bûye.
Lê rêveberiya xweser bê çare nema ye û erka parastina debara jiyana xelkên herêmê girtiye ser milên xwe.