Kanala ROJAVA TV

HÊRSA LI DIJÎ TECRÎDKIRINA RÊBER ABDULLAH OCALAN ZÊDETIR DIBE

Têkildarî tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, jinên ji navçeya Dirbêsiyê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivîn û gotin: “Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, tecrîda li dijî me ye”.

Ev zêdeyî 2 salan e Hikumeta Faşîst a AKP-MHP tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, rewşa vê tecrîdê li cem gelê Kurd fikar çêkiriye ji ber ev 2 sal in ti agahî li ser rewşa Rêber Apo qet tune ye.
Di derbarê mijarê de jinên ji navçeya Dirbêsiyê ji ajansa ANHA’yê re axivîn û gotin tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, tecrîda li dijî me ye
Sîham Elî got: Ew ê bi berxwedana xwe tecrîda li Îmraliyê bişkînin.

Her wiha Nisrîn Şîno jî tekez kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava têkoşînê de bin.

Saziyên mafên mirovan û rêxistina pêşîlêgirtina îşkenceyê CPT qaşo saziyên mirovî ne lê ew li ser rewşa tecrîda Rêber Abdullah Ocalan bêdeng in. CPT Îlona 2022 eşkere kiribû ku wê serdana Îmraliyê kiriye, lê tevî hemû bangan, wê eşkere nekir ku bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyaye yan na.