Kanala ROJAVA TV

ÇALAKVANÊN OPOZISYONÊ YÊN LI LUBNANÊ: EM JI BER GAVA RÊVEBERIYA XWESER KÊFXWEŞ IN

Beriya çend rojan rêvberiya xweser got, ew amede ye penaberên sûrî ên li Lubnanê pêşwazî bike, gelek çalakvanên sûrî ên dijberî hikûmeta Şamê kêfxweşiya xwe bi vê gavê anîn ziman.

Her wiha çalakvanan di nameya ku ji bo gerînendeya têkiliyên derve re şandibûn tekez kirin ku rêveberiya xweser gakveke gelekî erênî avêt û isbat kir ku ew ne bi navê pêkhateyek tenê lê bi navê sûriyan hemûyan diaxive.

Çalakvanan got, divê ji bo rêgezên opozisyoan heyî lêvegerek çê bibe û vê gavê ji wan re tekez kiriye ku aliyek heye binavê sûriyan diaxive.

Çalakvanan bang li her aliyê kir ku ev gav li ser edrê weke pirtîk were pêk anîn beriya ku penaberên li Lubnanê ji bo hikûmeta Şamê tên radestkirin.

Çalakvan destnîşan dikin ku ger ev gav pêkwere wê derbeyekî giran ji bo ew kesên dixwazin civaka sûiyê perçe bikin be.