LI MINBICÊ ROJA KEDKARAN A CÎHANÎ BI COŞEKE MEZIN HATE PÎROZKIRIN
Roja Kedkaran a Cîhanî li kantona Minbicê bi beşdariya bi sedan kedkaran bi şahî û coşeke mezin hate pîrozkirin.
Kedkarên kantona Minbicê, nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl ref bi ref berê xwe dan qada şahiyê.
Şahî li lîstikgeha El yûnis ya li naverasta kantonê hate lidarxistin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û cejna kedkaran hate pîrozkirin. Her wiha hate gotin, jiyan bi keda resen ya kedkaran dixemile.
Piştre komên hunerî berhemên xwe yên gelêrî pêşkêş kirin û beşdaran jî li dorê dîlan gerandin.