LI REQAYÊ HILBIJARTINÊN NAVXWEYÎ HATIN LIDARXISTIN
Proseya dengdana navxweyî ya Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbyayê vê sibehê li navenda kantona Reqayê bi rê ve çû.
Ji demjimêrên serê sibehê ve alîgirên her du aliyan, malbatên şehîdan, nûnerên saziyan û endamên parastinê çûn ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bi kar anîn.
Ji bo wergirtina erka hevşaredariya bajarê mezin a Reqayê 8 kesan xwe berbijêr kirine.
Piştî bidawîbûna proseya dengdanê dê navên namzetên hevşaredariyê bêne aşkerekirin.
Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbyayê dawiya meha derbasbûyî ji bo beşdariya di hilbijartinên şaredariyan ên di 30’ê gulanê de tifaqeke hevbeş ava kiribûn.