Kanala ROJAVA TV

KULÎÇE JI ŞÎRANIYÊN SEREKE YÊN CEJNA REMEZANÊ YE

Yek ji şêraniyên sereke yên pîrozbahiya Cejna Remezanê kulîçe ye.
Jinên ji herêmê nêzî heftiyekê berî hatina cejna Remezanê bi destê xwe dest bi çêkirina Kulîçeyan kirine.
Derbarê mijarê de Cîhan Mistefa jineke ji bajarê Kobanê ye ji RojavaTV re axivî û got çêkirina Kulîçeyan bi destê xwe, bi berket e.

 

Yek ji şêraniyên sereke yên pîrozbahiya Cejna Remezanê kulîçe ye. Berî cenjê bi nêzî hefteyekê jinên her malekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çêkirina Kulîçeyên xwe dikin ji ber ku dibînin Kulîçe ji şêraniyên taybet e ji ber wê her jinek bi destê xwe kulîçeyên xwe çêdike.
Li vir jî Dayika Cîhan Mistefa ew û cîranên xwe lihev kom bûne û bi hev re bi kêfxweşiyeke mezin kulîçeyên xwe çêdikin û amedekariyên xwe ji bo pêşwazîkirina Cenja Remezanê dikin.

CÎHAN MISTEFA – JI XELKÊN KOBANÊ

CÎHAN MISTEFA: ÇÊKIRINA KOLÎÇEYAN JI ÇANDA ME YA KEVNAR E

Her wiha Dayîka Cîhan Mistefa dibêje: “Ez dibînim ku çêkirina Kulîçeyan bi destê xwe ji kirîna yên hazir bi berketir e.

 

CÎHAN MISTEFA: ÇÊKIRINA KULÎÇEYAN BI DESTÊ XWE, BI BERKET E

Ev nêzî heftiyekê ye xelkên ola îslamî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazkirina Cenja Remezanê amedekariyên xwe dikin.
Ji bo kirîna şekir, cil û her pêdiviyekê ji cejnê re serdana bazaran dikin û li malên xwe jî şêranî û kulîçeyan çêdikin.