RÊVEBERIYA XWESER JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ BEYANNAMEYA ÇARESERIYÊ EŞKERE KIR
Têkildarî beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, Cîgira Hevserokatiya Encumena cîbcîkar a Rêveberiya Xweser Emîne Osê doh beşdarî bernameya Rava bû û got, ji bo bidawîkirina êşên li Sûriyê, eşkerekirina beyannameyê girîng bû.
Her wiha Emîne Osê diyar kir ku, deriyê Rêveberiya Xweser ji bo diyalogan vekirî ye.
18 Nînasê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk li Sûriyê, beyannameya çareserkirina aloziya Sûriyê ku ji 9 bendan pêk tê bi riya daxuyaniyek çapemeniyê eşkere kir.
Rêveberiyê di daxuyaniyê de berpirsyariyeke dîrokî û mirovî ya ji bo çareserkirina Aloziya Sûriyê girt ser milê xwe, Her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku helwesteke berpirsyar nîşan bide.
Têkildarî vê mijarê, Cîgira Hevserokatiya Encumena cîbcîkar a Rêveberiya Xweser Emîne Osê beşdarî bernameya Rava ya Rojava TV bû û got, ji bo bidawîkirina êşên gelê Sûriyê beyannameya Rêveberiya xweser girîng bû.
EMÎNE OSÊ – CÎGIRA HEVSEROKATIYA ENCUMENA CÎBCÎKAR A RÊVEBERIYA XWESER
EMÎNE OSÊ: JI BO BIDAWÎKIRINA ÊŞÊN LI SÛRIYÊ EŞKEREKIRINA BEYANNAMEYÊ GIRÎNG BÛ
Derbarê danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Şamê de her wiha danûstandinên welatên Ereb bi Sûriyê re Emîne Osê diyar kir ku, Deriyê Rêveberiya Xweser ji bo diyalogan vekirî ye.
EMÎNE OSÊ: DERIYÊ RÊVEBERIYA XWESER JI BO DIYALOGAN VEKIRÎ YE
Rêveberiya Xweser di benda 9’an a beyannameya çareserkirina Aloziya Sûriyê de tekez kir ku ji bo çareserkirina Aloziya Sûriyê ew amade ne bi hemû aliyan re danûstandinan bikin