Kanala ROJAVA TV

LI GUNDÊ ELPELÛR YÊ KOBANÊ 4’Ê NÎSANÊ BI ŞAHIYEKE GIRSEYÎ HATE PÎROZKIRIN

Li mala Serok ya li gundê Elpelûrê yê li bajarê Kobanê, 4’ê nîsanê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin.

 

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û malbatên Şehîdan herikîn gundê Elpelûr û rojbûna Rêber APO pîroz kirin.

Di şahiyê de axaftin li ser navên Kordînasyona Kongra Star û malbatên şehîdan hate kirin û hate gotin ku rojbûna Rêber APO, rojbûna gelê Kurd û gelên azadîxwaz e.

Paşê komên govend, stran û şanoyê berhemên xwe pêşkêş kirin û dîlan hatin gerandin.

NADIYA HISO- ENDAMA KORDÎNASYONA KONGRA STAR

NADIYA HISO: ROJBÛNA RÊBER APO ROJBÛNA JINA AZAD Û TÊKOŞER E

MISTEFA ÎTO- HEVSEROKÊ ENCUMENA KANTONA KOBANÊ

MISTEFA ÎTO: RÊBER APO JIYANEKE NÛ JI BO MIROVAHIYÊ AFIRAND