BI BONEYA 4’Ê NÎSANÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO ŞAHIYEKE GIRSEYÎ HATE LIDARXISTIN
Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, îro li bajarê Qamişlo şahiyeke girseyî hate lidarxistin.
Beşdarên şahiyê rojbûna Rêber APO pîroz kirin û tekez kirin ku ew ê sala nû bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber APO.
Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo, herikîn parka 19’ê tîrmehê û şahiyeke girseyî li dar xistin.
Şahiya li bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya Rojbûna Rêber APO, vejîna Jiyana Azad e û bi coşeke mezin hate lidarxistin.
Di şahiyê de, endama Kordînasyona Kongar Star Rîhan Loqo axivî û got, rojbûna Rêber APO, rojbûna mirovahiyê ye.
Hevserokê TEV- DEM’ê Xerîb Hiso got, Rêber APO bi felsefeya xwe di dîroka mirovahiyê de, nexşeyeke nû ava kir.
XERÎB HISO- HEVSEROKÊ TEV- DEM’Ê
XERÎB HISO: FELSEFEYA RÊBER APO NEXŞEYEKE NÛ JI BO MIROVAHIYÊ AVA KIR
Beşdarên şahiyê jî piştrast kirin ku ew ê bi berxwedanî û hevgirtina gelan, îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber APO
LEYLA KELEŞ- BEŞDARA ŞAHIYÊ
BEŞDARÊN ŞAHIYÊ: EM Ê SALA NÛ BIKIN SALA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO
IBRAHÎM GULO- ENDAMÊ DESTEYA RÛSPIYAN
Şahî bi peyamên azadiya fîzîkî ya Rêber APO, gerandina dîlanê li dora stranên şoreşgerî û neteweyî bi dawî bû.