ROJA ŞEHÎDAN BI MERASÎMEKÊ HATE BIBÎRANÎN
Bi boneya Roja Şehîdan (18’ê Gulanê) û salvegera 47’an şehadeta yek ji pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Hakî Karer merasîmek hate lidarxistin.
merasîn ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo bi beşdariya malbatên şehîdan û gelek şêniyên bajêr li goristana Şehîd Delîl Saroxan hate li dar xist.
endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Gulo di merasîmê de axivî û şoregerê mezin Hakî Karer bi bîr anî û bi bîr xist ku şoreşger Hakî Karer sala 1977’an li Dîlokê ji aliyê hêzên tarî ve bi komployekê hat şehîdxistin.
her wiha Necah Gulo diyar kir ku Ji roja şahadeta heval Haqî Karer heya roja îro bê navber têkoşîn didome.
Piştî axaftinê mûn li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.
Merasîm bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.