Kanala ROJAVA TV

DI ROJBÛNA RÊBER APO DE NAMEYEK RADESTÎ KOMÎTEYA NETEWÊN YEKBÛYÎ HATE KIRIN

Îro anku di rojbûna Rêber Apo de Insiyatîva Sûrî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û yekîtiya parêzeran a herêma cizîrê nameyek radestî komîteya mafên mirovan a netewên yekbûyî kirin.

 

Di nameya ku li pêşiya UN li bajarê Qamişlo hate xwendin de bi dehan parêzar û endam û rêveberên Insiyatîva Sûrî ya Azaiya Rêber Abdullah Ocalan amede bûn. Daxuyanî bi zimanê erebî û kurdî hate xwendin.

Nameyê tekez kir ku turkiyê di binpê kirina zagonên navdewletî de û bi taybet di mijara rêber Abdullah Ocalan de, dewam dike.

Her wiha hate diyar kirin ku turkiyê xalên 5 û 9 û 19 yên danezana gerdûnî ya mafên mirovan ya 1948 bin pê dike. Her wiha Statuya Roma ya dadghea cezayî ya navnetewî 1998 jî bin pê dike.

Di nameyê de hate gotin, dewleta tirk van peymanan ji nedîtî ve digre dest û heta daxwazên hevdîtnê red dike.

Nameyê destnîşar kir ku, turkiyê hewl dide rê li ber dayîna mafê rêber Abdullah Ocalan bigre.

FERZENDE MÛNZIR – BERDEVKÊ INSIYATÎVA SÛRÎ YA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN

FERZENDE MÛNZIR: ME DI NAMEYÊ DE XWEST KU TECRÎD BI DAWÎ BIBE Û RÊBER APO SERBEST WERE BERDAN