Kanala ROJAVA TV

BI ARMANCA VEMIRANDINA AGIRÊ NEWROZÊ, ÇETEYÊN DEWLETA TIRK KOMKUJÎ PÊK ANÎN

NÛRÎ HESEN-ENDAMÊ TEV-DEM

20 Adarê şeva newrozê wekî her kurdekî li cîhanê, xelkên Efrînê yên li Cindirêsê dimînin xwestin bi dadana agir, newroza xwe pîroz bikin.

Lê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi armanca vemrandina agirê Newrozê êrîşî xelkê kir û komkujiyek pêk anî.

Têkildarî mijarê Endamê TEV-DEM’ê Nûrî Hesen komkujî weke kiryareke terorî bi nav kir û daxwaza derxistina hêzên dagirker ji Efrînê kir
Endamên TEV-DEM ên Şehbayê komkujiya cindirêsê weke kiryareke terorî bi nav kirin û daxwaza derxistina hêzên dagirker ji Efrînê kirin .

Her wiha Endama TEV-DEM ê Nedîma Elo jî piştgiriya xelkên ji Cindirêsê kir û got heta vegera li Efrînê ew ê berxwedaneke bê hempa raber bikin.
Ji dema dagirkirina Efrînê û heta Roja me ya Îro Dewleta Tirk a dagirker sûcên Kuştin, Revandin, Îşkencekirin û talankirinê li dijî gelê wê yê resen pêk tîne

 

#RTV