YEKÎTIYA MAMOSTEYAN Û YEKÎTIYA XWENDEKARAN ÊN ŞEHBAYÊ KOMKUJIYA CINDIRÊSÊ RED KRIN
Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Şehba û Yekîtiya Xwendekaran bi armanca Şermezarkirina komkujiya Cindirêsê, xwepêşandanek lidarxistin.
Xwepêşandan ji destpêka bajarokê Tel Qrah destpê kir û li ber navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk bi dawî bû.
Xwepêşandêran wêneyên şehîdên komkujiya Cindirêsê û pankartên bi durişmêr na ji dagirkeriyê re hilgirtin .
Di vê derbarê de li ser navê Yekîtiya Mamostayan Mamoste Mihemed Reşîd axaftinek kir û tê de komkujiya Cindirêsê û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê şermezar kir