BI KOMKUIYA CINDIRÊSÊ XWESTIN DENGÊ AZADIYÊ TÊK BIBIN
EVÎN CUMAA - RÊVEBERA KOMLEYA MAFÊ MIROVAN A HERÊMA CIZÎRÊ
Têkildarî komkujiya ku li cindirêsê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve pêk hat, Rêvebera Komleya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cumaa nirxandin kir .Û Komkujiya Cidirêsê wekî Sûcekî şer bi nav kir .
Evîn Cumaa destnîşan kir ku ji dema dagirkirina efrînê û heta niha sûcên derexlaqî li dijî gelê wê tê kirin .
Şeva Newrozê çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker, komkujiyeke hovane li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî pêk anîn û di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn .
Li hember vê yekê bertek û nerazîbûn berdewam dikin û daxwazên azadkirina Efrînê berztir dibin .
Rêvebera Komleya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cumaa Komkujiya Cidirêsê wekî Sûcekî şer bi nav kir .
Her wiha Evîn Cumaa destnîşan kir ku ji dema dagirkirina efrînê û heta niha sûcên derexlaqî li dijî gelê wê tê kirin .
Ev komkujî li rêzesûcên li dijî gelê Kurd ên ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, tê zêdekirin.
Wekî ku qedera Kurdan e di Adarê de bimirin û di komkujiyên hovane re derbas bibin. Tevî wê jî qetilkirina wan bi van rêbazên hovane hestên mirovahiyê şiyar nekirin