Kanala ROJAVA TV

2 SALIN RÊBER ABDULLAH OCALAN DI NAVA TECRÎDEKE GIRAN DE YE

HAŞIM HISO: DIVÊ KURD JI BO AZADIYA RÊBER OCALAN TÊBIKOŞIN

derbarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li îmraliyê, taybet ku ev 2 salin agahî ji rêber ocaqla nayê girtin Endamên Insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrîyê ji RojavaTV re axivîn.

endamên Insiyatîfê tekezkirin ku bi bilindkirina berxwedanê dê tecrîda li îmralî bê şikandin û Rêber Ocalan bê azadkirin.

Ev du sal in ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan ji îmralî ve naye girtin.

Herî dawî Rêber Ocalan di 25ê Adara sala 2021ê ve bi rêya Telefonê nêzî 5 deqeyan bi birayê xwe re Mihemed Ocalan re axivî û ji wê demê û heta niha Hikumeta faşîst a AKP-MHPê tecrîdeke giran li dijî Rêber Ocalan daye ferzkirin û rê nade ne malbat ne jî parêzer hevdîtanan pêre re pêkbînin.

Têkildarî mijarê Endamên Insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrîyê ji RojavaTV re axivîn û teqezkirin ku bi bilindkirina berxwedanê dê tecrîda li îmralî bê şikandin û Rêber Ocalan bê azadkirin.

Endamên Insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrîyê Haşim Hiso bang li gelê Kurd kir ku ji bo azadiya Rêber Ocalan têbikoşin.

Her wiha Endamên Insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrîyê Necah Gulo jî diyar kir ku gel derbarê rewşa Rêber Ocalan bifikare.

Ev 25 sal in Rêber Ocalan di zindana îmralî de dîlgirtiye bi ser de jî ev 2 sal in di nava tecrîdeke giran re derbas dibe û saziyên mîna CPTyê qaşo ji bo dawîanîna sîstema îşkenceya li zindanan de dixebite li ser van binpêkirinên dewleta tirk bêdeng e