Kanala ROJAVA TV

BI SEDAN XELKÊN ŞEHBA Û EFRÎNÊ 3 ŞEHÎD OXIRKIRIN

Xelkên şehba û koçberên efrînê cenazeyên 3 şervanên xwe bi merasîmeke girseyî oxirkirin.

Di merasîmê de soza şopandina riya şehîdan hate nûkirin û hate gotin ku fedakariyên şehîdan îsrara wan a tolhildan û rizgarkirina herêmên dagirkirî zêde dike.

bi hezaran xelkên şehba û koçberên efrînî bi merasîmeke girseyî cenazeyên şervana YATʹê Berfîn Bîlal û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulmenan Seydo û Mistefa Mihemed ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxirkirin

Xelkên şehba û Efrîn cenazeyê her sê şehîdan wergirtin û bi karwanekî ku ji sedan erebeyan pêk dihat ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîmeke hat lidarxistin û têde axavtin hatin kirin.

endamê encumena Malbatên Şehîdan Mistefa Hesen, sersaxî ji malbatên hersê şehîdan re xwest û bal kişand ser komkujiya li Cindirêsê ya şeva Newrozê û got: “Serhildana li Cindirêsê teqez dike ku Kurd li dijî qirkirina etnîkî xeta berxwedanê didomînin .

Ji fermandarên YPJʹê Rohilat Efrîn jî anî ziman ku fedakariyên şehîdan îsrara wan a tolhildan û rizgarkirina herêmên dagirkirî zêde dike.

Her di merasîmê de ji rûspiyên eşîra Elbû Xemîs, Elî El Xemîsî banga xwedîderketina li serhildana li Cindirêsê ya li dijî dagirkeran kir.

Piştre nasameyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

paşê cenazeyên şehîdan di nava durişman de hatin oxirkirin.

Şervana Yekîneyên Antîteror ên girêdayî QSDʹê Berfîn Bîlal bi nasnav (Rojeng Rifet) 15ʹê Adarê di encama qezaya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû, şervanên encumena Leşkerî ya Minbicê Ebdulmenan Seydo (Ebû Seyf) û Mistefa Mihemed (Seyfedîn) 22ʹyê Adarê dema erka xwe ya leşkerî li Bendava Tişrînê ya Minbicê pêk dianîn, şehîd bûn