Kanala ROJAVA TV

TEVÎ KOMKUJIYÊN LI DIJÎ ERMENIYAN, CIVAKA ERMENÎ ZIMAN Û ÇANDA XWE PARASTIN

Bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayikê Endamên encumena civaka ermenî ji ROJAVA TV re axivîn û gotin tevî komkojiyên li dijî ermeniyan lê wan zimanê xwe parastin,her wiha gotin em tu carî zimanê xwe ji bûr nakin.

Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî, sala 1999’an, 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand.

Li gorê wê diviyabû her kes bi zimanê xwe biaxive û perwerde bibîne.

Lê ev rewş Ji bo Kurd, Ermenî, Asûrî û Suryaniyan gelekî cuda bû, tiştekî bi êş bû ku ev roj li gorî wan nederbasdar bû.

Bi taybet civaka Ermenî ku di serdema Împaratoriya Osmanî de, rastî komkujiyan hatin.

Bi Şoreşa Rojava re ev rewş ji wê qonaxa zehmet vegeriya û vejînek nû afirand.

Bi vê boneyê Endamên encumena civaka ermenî ji ROJAVA TV re axivîn û anîn ziman ku tevî hemû komkojiyan jî ew parastina çand û zimanê xwe dikin.

Endama encumena civaka ermenî Seta Girbo got em zimanê xwe ji bîr nakin.

Endama encumena civaka ermenî Yaxinî Girbo anî ziman ku wan weke pêkhate xwestin cihekî di rêveberiya xweser de bigrin.

Hejmara Ermeniyan li seranserî cîhanê di navbera 6 heta 8 milyon kesan de ye û ew gelên xwedî mîrata çandî ya kevnar in.