MAMOSTE Û XWENDEKARÊN AMÛDÊ ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ YA CÎHANÎ PÎROZ KIRIN
Bi boneya 21’ê Sibatê roja zimanê dayîkê ya cîhanî, Rêveberiya Dibistanan a navçeya Amûdê bi pêşengiya xwendekar û mamosteyan di bin dirûşmeya ” Zimanê me, nasname û rûmeta me ye” meşek li darxistin..
Meş ji qada şehîd Cîhad a naverasta navçeya Amûdê bi siloganên ”ziman hebûn e, li hebûna xwe xwedî derkevin û bê ziman jiyan nabe” li çerxereya Jina Azad veguherî mîtîngê..
Li ber çerxereyê daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê xwendekaran ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ” ji dema damezirandina rêveberiya xweser ve derfeteke mezin ji bo perwerdekirina bi zimanê dayikê çêbû, ku ev sîstem li ser bingeha xweparastin û qebûlkirina hemû pêkhateyan tê meşandin”.