Kanala ROJAVA TV

DESTEYA ÇANDINIYÊ LI QAMIŞLO ZEVIYÊN COTKARAN JI ŞEWATÊ DIPARÊZE

Desteya çandiniyê ya bajarê Qamişlo ji bo parastina zeviyên cotkaran ji rewşên şewatê gelek rêkar û tedbîr wergirtine.

Cotkarên Qamişlo diyar dikin ku, rewşa mewsimê îsal baş e û bi rêlibergirtina li rewşên şewatê dê baştir bibe.

Ji bo parastina zeviyên çandiniyê yên cotkaran ji rûdana şewatan, desteya çandiniyê li seranserî herêmê di nava tevgerê de ye.

Deste û cotkarên bajarê Qamişlo bi hev du re bi awayekî berdewam û sîstematîk nobedariyê dikin û zeviyên xwe diparêzin.

Her wiha gîyayên li dewrûberên rê hildikşînin, da ku rê li pêşiya şewatê bigrin û mewsim parastî bimîne.

Cotkarên Qamişlo diyar dikin ku, rewşa mewsimê îsal baş e û bi rêlibergirtina li rewşên şewatê dê baştir bibe.

Desteya çandiniyê ji Rojava TV re aşkere dike ku ji bo parastina mewsimê çandiniyê wan tevahî derfetên xwe seferber kirine.

Ji meha derbasbûyî ve Rêveberiya Xweser ji bo rûbirûbûna rewşên awarte şaneyên krîzê ava kirin û rêkarên pêwîst wergirtin.