JI BER ERDHEJÊ GELEK DIBISTANÊN LI HERÊMÊ JI XIZMETÊ DERKETINE
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji ber erdhejê gelek dibistanan zerar dîtine û divê di zûtirîn dem de çareserî pêk were.
Hevserokê desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Receb El-Muşrif ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser re got, wan demekê dibistan ji ber erdhejê girtibûn û desnîşan kir ku wan careke din dest bi dewama fermî li dibistanan kirine.
Receb El-Muşrif diyar ku ji ber ew nêzî navenda erdhejê ne û gelek zerar dîtine wan dibistanên li kantona Şehba û taxa Şêx Meqsûdê venekirine.
Her weha El-Muşrif zerarên ji ber erdhejê gihîştine dibistanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir û anî ziman wan tîmên endezyariyê ji bo dibistan û bnesaziya herêmê amade kirine.
Receb El-Muşrif dibêje ku bi wan re hate xuya kirin ku 10 dibistan li taxa Şêxmeqsûd û kantona Şehbayê her wiha 40 dibistan li Reqayê ji xizmetê derketine, û got: “ji bo proseya xwendinê dewam bike, Divê di zûtirîn dem de ev dibistan werin sererastkirin”.
Hevserokê desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew ê bi hemû awayan hewl bidin kesên ji ber erdhejê ji xwendina xwe bêpar mane tawîz bikin.