Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA ZAROKAN LI KOBANÊ ŞAHIYEK HATE LIDARXISTIN

Ofîsa Parastina Zarokan bi hevkariya Desteya Jin a Herêma Firatê, bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan Şahiyek ji bo Zarokên xwedî pêdiviyên taybet li dar xist.

Şahî li navenda Hêvî ya Kesên xwedî Pêdiviyên Taybet, bi amadebûna bi dehan ji Zarok û malbatên wan, hate li dar xistin.

Di şahiyê de komên şano, Govend û Stranan berhemên xwe pêşkêş kirin û di dawiyê de jî  diyarî li zarokan hatin belavkirin.

Zarokan kêfxweşiya xwe bi şahiyê anîn ziman û Roja Cîhanî ya Zarokan pîroz kirin .

Cîgira Desteya Jin a Herêma Firatê Rûken Ehmed diyar kir ku bi armanca bilindkirina Moralên Zarokên xwedî pêdiviyên Taybet, wan şahî li dar xist.