Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ ŞEHÎD NAGÎHAN AKARSAL DI ÇILROJIYA ŞEHADETA XWE DE HATE BIBÎRANÎN

Navenda Jineolojî ya Lêkolînan a Herêma Firatê, bi boneya çilrojiya şehadeta Nagîhan Akarsel, çalakiyeke bîranînê li dar xistin.

Jinên kantona Kobanê, endamên kongra Star, Mala Jin û nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û tê de hate diyar kirin ku armanca şehîdxistina Nagîhan Akarsal têkdana vîna jina azad û dûrxistina wê ji zanistê ye.

Her wiha senevizyonek di derbarê jiyan û karûxebatên şehîd Nagîhan de hate pêşandan.

Çalakvana Kurd, Nagîhan Akarsel 4 cotmeha derbasbûyî li taxa Bextiyar a li Silêmaniyê di encama êrîşeke çekdarî de hate şehîdxistin.