Kanala ROJAVA TV

2 CÊWIYÊN JI SERÊ KANIYÊ LI HESEKÊ ZIKÊ WAN BI HEV VE JI DAYIK BÛN

Di rewşeke pir kêmpeyda de, 2 cêwiyên ji Serê Kaniyê dema ku ji dêya xwe dibin, zikê wan bi hev girêdayî ye.

Ji bo şopandina rewşa wan her du zarokan, îro desteya jin a herêma Cizîrê serdana nexweşxaneyê kir û rewşa wan zarokan ji nêz ve şopand.

Li gorî agahiyan, pêwîstiya her du zarokan bi neştergeriyê heye û ew cûreyê neştergerê li welatên Rojhilata Navîn, bi tenê li Erebistana Siûdiyê heye.

Malbata her du cêwiyan ji Serê Kaniya dagirekirî ne û ji dema dagirkirina serê kaniyê ve, li kampa Waşûkanî ya li Hesekê dimînin.

Seroka desteya jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo, ji Rojava TV re diyar dike ku çareserkirina rewşa her du zarokan, erkeke wan a sereke ye.