Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ Û ŞEHBAYÊ MÊRAN TUNDIYA LI DIJÎ JINAN ŞERMEZAR KIRIN

Di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de Li kobanê û şehbayê bi sedan mêr daketin qadan û tundiya li ser jinan şermezar kirin.

Beşdarên meşê, diyar kirin ku jin pêşenga civakê ye lewma tundiya li ser jinan tê wateya tundiya li ser tevahî civakê.

Di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de li Kobanê mêran bi meşekê tundiya li ser jinan şermezar kirin.

Meş ji qada şehîd Egîd di bin dirûşmeyên jin jiyana azadî, na ji tundiyê re, dest pêkir û li qada jina azad veguherî mitîngê.

Li wir hevserokê encumena cîbicîkar a rêveberiya xweser ya herêma firatê Mihemed şahîn axivî û tekez kir ku azadiya jin azadiya tevahî civakê ye.

Beşdarên meşê jî gotin, jin pêşenga civakê ye lewma tundiya li ser jinan tê wateya tundiya li ser tevahî civakê.

Bi heman armancê li kantona şehbayê di bin diruşmeya “li dijî her cûreyên tundiya dewlet û hişmendiya zilam” mêr daketin qadan.

Beşdaran jî tekez kirin ku civaka ku azadiya jinan tê de ne misoger be, ne pêkane ku civak wê jî azad be.

12 vê mehê Platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dxuyaniyekê bernameya xwe ya çalakiyên bi boneya 25`ê Mijdarê ragihand. Ev çalakî di çarçoveya vê dxuyaniyê de têne li darxistin.